Dihok: Mezintirîn kempeyna çandina berûyan li gundê Şêx Mema hat destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Xelkê gundê Şêx Mema yê parêzgeha Dihokê dest bi mezintirîn kempeyna çandina berûyan kir û vê kempeynê wekî kempeyneka niştîmanî ya parastina jîngehê bi nav dikin. Zêdetir ji 10 hezar berûyan tên çandin. Ew berûyên tên çandin xwemalî ne û wekî baştirîn cûnên berûyan tên hejmartin.
Yek ji kesên ku tevlî vê kempeynê bûye ji K24ê re got: “Ez ji Almanyayê vegeriyame, ev sê çar rojek in. Min bihîst ku îro kempeyneka çandina berûyan dê bê destpêkirin, keyfa min gelek hat û ez rast hatim ku tevlî vê kempeynê bibim û alîkariya wan bikim.”
Welatiyekê din jî ragihand: “Jîngeha me gelek biserûber e û me li ber e ku em hêşta baştir bikin. Me îro hemî gundiyên xwe gazî kirine û hemî jî bi keyfa xwe hatine û alîkar in. Berî niha jî em hemî daxwaza wê yekê dikin ku jîngehê me ya parastî be.”
Ev kempeyna çandina darên berûyan dê sê mehan berdewam be. Bi rêya vê kempeynê jî, rêjeya keskatiyê û nifşê darên berûyan dê zêde bibin û jîngeheka saxlem dê ji bo civakê û tevahiya jîngehê peyda bibe.
Li vî gundî lijneyeka taybet hatiye çêkirin, ku karê wê yê serekî bi parastina paqijiya jîngehê ve girêdayî ye. Ew her sal berûyan diçînin û di tixûbê vî gundî de, zêdetir ji yek milyon darên berûyan hene.
Dema behsa hevgirtinê tê kirin an jî parastina jîngehê, gundê Şêx Mema nimûneyeka herî zindî ye ji ber ku ew wekî yek ji paqijtirîn gundên deverê tê hejmartin. Ev kempeyn jî bi wê plana ku di van salên dawiyê de hatiye danan ji bo wêyekê ye ku zêdetir giringî bi gundê wan bê dan.