Donald Trump: Em bi Serokê Çînê re hevnerîn in ku nabe Îran bibe xwedî çekê atomî
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevdîtina xwe ya bi Serokê Çînê Xi Jinping re de tekezî li ser xurtkirina peywendiyên aborî, hevhelwestiya li ser Tengava Hurmizê û rêgirîkirina li çekên atomî yên Îranê kir; herwiha ragihand ku dê ji bo bidawîanîna şerê Ukraynayê bi Putîn re civîneke sêalî lidar bixin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 19ê Mijdara 2026an, di civîna xwe ya bi Serokê Çînê Xi Jinping re de got ku ji yekem serdana wî ya bo Çînê di sala 2017an de heta vê geşta piştî neh salan, wan bi Serokê Çînê re peywendiyeke kesane ya gelek baş ava kiriye û bi hev re xizmeta gelên her du welatan kiriye.
Trump herwiha diyar kir ku ji bazirganî û veberhênanê bigire heta pirsên herêmî û aştiya cîhanî, Amerîka û Çînê pêşengî kiriye.
Donald Trump amaje bi wê yekê kir ku di heyama sal û nîva borî de wan gavên berbiçav ber bi başkirina peywendiyên aborî ve avêtine. Wî diyar kir ku di dema serdana xwe ya bo Pekînê de di meha Gulanê ya îsal de “Desteya Bazirganiyê” damezrandine da ku hevsengî û dadperweriyê bînin nav peywendiyên berê yên nehevseng.
Trump zelal kir ku di dema serdana fermî ya Xi Jinping a bo Washingtonê de di meha Îlonê de, desteyê yekem pêşniyara xwe pêşkêş kiriye û di çarçoveya rêkeftina “30 li hemberî 30” de, her aliyek razî bûye baca gumrikê li ser 30 milyar dolarî ji bazirganiyê kêm bike.
Serokê Amerîkayê daxwaz ji Çînê kir ku ji bo dagirtina daxwaza bêdawî ya bazara Çînê, karekî zêdetir ji bo cotkarên Amerîkayê bike. Di heman demê de eşkere kir ku şeva borî ew û Xi Jinping du saetan bi hev re civiyane û li ser piraniya van mijaran axivîne.
Derbarê pirsên navdewletî de, Trump got ku berjewendiya her du welatan — Amerîka û Çînê — di derbasbûna enerjiyê di Tengava Hurmizê re û di wê yekê de heye ku Îran nikare bibe xwedî çekên atomî, û tekez kir ku her du alî li ser van her du xalan hevnerîn in.
Wî herwiha da zanîn ku warên din ên hevkariyê jî di navbera wan de hene, ji wan bidawîanîna qeyrana herêmê, û diyar kir ku veguhastina deryayî ya fentanîlê bi rêjeya ji sedî 97 daketiye.
Derbarê şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, Serokê Amerîkayê ragihand ku her du alî li rêya çareseriyê digerin, da ku dawî li şer bînin, ji ber ku mehane 25 hezar kes tên kuştin ku piraniya wan leşker in. Trump aşkere kir ku piştî demeke kurt Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn dê bigihîje cihê civînê û civîneke sêalî pêk bînin; herwiha berî niha jî bi Putîn re civîneke biçûk a amadekariyê lidar xistine.
Di dawiya axaftina xwe de, Trump spasiya Serokê Çînê ji bo mêvandariya wan kir û piştrastî da: “Cihê şanaziyê ye ku bi we re me; tu hevalê min î û heta ku ez û tu berpirsiyarê karûbaran bin, em ê tu carî rastî pirsgirêkan neyên.”