Piştî desteserkirina keştiya Iranî ji aliyê hêzên Brîtaniya ve, Tehran balyozê Birîtanya bang dike

Hêzên Sûriya Demokrat 50 kes bi tometên cuda li gundewarên Dêrazorê girtin e.

K24- Hewlêr

Piştî desteserkirina keştiya nefthelgir a Iranî ji aliyê hêzên deryayî yên Brîtaniya , Balyozê Brîtanya li Tehranê ji aliyê Wezareta derve ya Iranê hat bangkirin

Ebas Mûsewî, Peyvdarê Wezareta derve ya Iranê ragihand, piştî desteserkirina keştiya nefthelgir a Iranî ji aliyê Hêzên deryayî yên erîtaniya, wan balyozê wî welatî bo gihandina nerazîbûna hikumeta Iran , vexwendin e bo Wezareta derve.

 Ev keştiya nefthelgir du milyon bermîl neft tê de bû û di rêya çûna bo Suriyê li tengava Cebel Tariq ji aliyê hêzên deryayî yên Brîtanya hat desteserkirin.