Erdogan awayê veguhastina S-400 aşker dike
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, welatê wî amadekariya wergirtina sîstema mûşekî S-400 ji Rûsyayê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, welatê wî amadekariya wergirtina sîstema mûşekî S-400 ji Rûsyayê dike.
Serokomarê Tirkiyê îro li Stenbolê berî serdana xwe ji Bosna û Hersik re ji rojnamevanan re ragihand, amadekariyên taybet ên wergirtina mûşekên S-400 berdewam in.
Got jî, Enqere û Moskoyê ve derbarê çawaniya şandina S-400 de gihîştine rêkeftinekê û diyar kir ku bi riya esmanî bên barkirin.
Derbarê cihê bicihkirina mûşekên S-400 de Erdogan got: “Ew pirs girêdayî Wezareta Bergîrî û Serokerkaniya Tirkiyê ye û karê wan e. Hêvîdar in ew çek ewlehiya Tirkiyê xurtir bike.”
Pêştir Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdagan ragihandibû, karên radestkirina sîstema berevaniya esmanî ya Rûsî S-400 dê nîvê yeke yê meha Tîrmehê de dest pê bike.
S. B