Perleman Kurdistanê topbarankirina deverên sinûrî yên Herêma Kurdistanê şermezar dike

Di rûniştina asayî ya evro de, perlemana Kurdistanê topbarankirina deverên sinûrîyên Herêma Kurdistanê ji alîyê Komara Îslamî ya Îranê ve, şermezar kir û daxwaz ji alîyên sîyasî yên parçeyên dinê yên kurdistanê kir, ku rewşa Herêma Kurdistanê bixin berçavan.

K24- Hewlêr

Perlemana Kurdistanê daxwaz ji hemû hêz û alî û girûpan dike, axa Herêma Kurdistanê, bo hêrişkirina ser welatên hevsû bikar nehînin.

Perlemanê daxwaz  kir ku pirsa Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi awayek demokrasîyane û aştîyane çareser bihê kirin û ne bi rê ya tundûtijîyê.

Duhî topxane ya Komara Îslamî ya Herdû sinûrên Sîdekan û Hacî omeran topbaran kirin û bi egera wê yekê jî kiçeka 18 salî bi navê Zeytûn Qadir Şehîd bû û dû birayên wê jî bi navên Sîrwan Qadir temen23sal û Îsmayîl Qadir temen 14 sal bi dijwarî birîndar bûn.