Stenbol.. Hejmara qurbaniyên herifîna avahiyê Maltepeyê gehişt pênc kesan
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî derxistina termên sê kesên dî ji bin şûnkailê avahiyeka heftqatî li devera Maltepeyê ya bajarê Stenbolê, hejmara wan kesên ku di wê rûdanê de canê xwe ji dest daye gehişt pênc kesan.
Li gorî zanyaran, sibeha duhî parek ji avahiyeka heftqatî li ser cadeya "Doğu"yê li taxa "Cevizli"yê ya devera Maltepeya Stenbolê herifî, bi taybetî sê qatên xwarê yên wê, bi wê sedemê jî hejmareka welatiyan di bin paşmayên wê avahiyê de asê man.
Tîmên geriyan û rizgarkirinê bi hevahengî ligel Serokatiya Karesat û Rizgarkirinê ya Tirkiyeyê (AFAD), daku bigehin wan her sê kesên di bin wî şûnkavilî de mabûn, ji qatên jorê bi rengekê kontrolkirî dest bi xirabkirina parek ji wê avahiyê hat kirin, daku bi temamî neherife. Di çarçoveya karan de jî, gelek caran kar dihatin rawestandin bi merema guhdarîkirina dengê gengaz ê mana kesên zindî.
Di encamê de jî, wan tîman karî termên bêcan ên wan her sê kesan jî ji bin wî şûnkavilî bînin derve û bi wê yekê jî hejmara giştî ya canjidestdanê di wê rûdanê de gehişte pênc kesan.
Piştî piştrastbûnê ji wê yekê ku ti kesekî dî di bin paşmayên wê avahiyê de nemaye, tîmên rizgarkirinê proseya lêgeriyanê bi dawî anî û niha amêrên giran mijûlî rakirina wî şûnkavilî ne. Herwesa tîmên endezyarî û pispor jî nimûne ji ji wê avahiyê wergirtine, daku lêkolînê di sedema serekî ya herifîna wê de bikin.