Serok wezîrên Lubnanê pîrozbahîyê li Mesrûr Barzanî dike
Evro, Pêncşembîyê, 11yê Tîrmehê/2019, Seed Herîrî, serok wezîrên Lubnanê bi rê ya peywendîyeke telefonî ve, pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir.
K24- Hewlêr
Evro, Pêncşembîyê, 11yê Tîrmehê/2019, Seed Herîrî, serok wezîrên Lubnanê bi rê ya peywendîyeke telefonî ve, pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir.
Di wê peywendî ya telefonî de, Seed Herîrî, ji bilî pîrozbahîyê li Mesrûr Barzanî bi boneya hilbijartina wî wek serok wezîrên hikumeta Herêma Kurdistanê, hêvîya serkevtinê xwazt bo kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê û tekez jî kir li ser tundkirina peywendîyan di navber a Herêma Kurdistanê û Lubnanê de.
Roja Çarşembî,10/Tîrmehê,2019 Perlemana Kurdistanê mitmane bexşîye Mesrûr Barzanî wek serok wezîrên Herêma Kurdistanê.