Mesrûr Barzanî bo Rêwaz Fayeq: Ûmêd dixwazim bi hev re baştirn xizmetê pêşkeşî welatîyan bikîn
Mesrûr Barzanî, serok wezîrên Herêma Kurdistanê, peyameke pîrozbahîyê arasteyê Rêwaz Fayeq dike, bi boneya destbikarbûna wê wek seroka Perlemana Kurdistanê.
K24: Hewlêr
Mesrûr Barzanî, serok wezîrên Herêma Kurdistanê, peyameke pîrozbahîyê arasteyê Rêwaz Fayeq dike, bi boneya destbikarbûna wê wek seroka Perlemana Kurdistanê.
Serok wezîrên Herêma Kurdistanê di peyameke pîrozbahîyê de, ûmêd dixwaze bi hev re baştirîn xizmetê pêşkeş bi welatî yên Herêma Kurdistanê bikin.
Ev jî deqa pîrozbahîyê ye:
Birêz Rêwaz Fayeq, seroka Perlemana Kurdistanê
Bi bone ya hilbijartina we wek seroka Perlemana Kurdistanê, pîrozbahîyê arasteyê te dikim, ûmêd dixwazim di evê erka niştîmanî de serkevtî bin û peywendîya di navbera desthilata yasadanan û cibicîkirinê li Herêma Kurdistanê, peywendîyeke bihêz û tukme be, daku bikarîn bi hev re baştirîn xizmetê pêşkeşî welatîyên Herêma Kurdistanê bikîn û piroseya Demukrasîyê li Herêma Kurdistanê ber bi pêşve bibin.
Hêvîya serkevtinê bo hewe dixwazim
Mesrûr Barzanî
Serokê Civata wezîrên Herêma Kurdistanê
11/7/2019