Husên Ezam: DAIŞ û alîne din teqînan dikin
Hevserokê Encûmena Zagonsaz a Herêma Cezîrê Husên Ezam beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û derbarê rewşa ewlehiyê li Rojavayê Kurdistanê de ragihand, di 23ê Adara bûrî jinavbirina DAIŞê hat ragihand, lê DAIŞê tenê li rûyê leşkerî hat jinavbirin û hîna şerê li dijî şaneyên razayî berdewam e.
K24 – Navenda Nûçeyan

Gojî jî: Ji bilî DAIŞê gelek aliyên din hene, dixwazin Rêveberiya Xweser biser nekeve û naxwazin pêkhateyên deverê Kurd, Ereb, Aşûrî, Siryanî pêkhateyên din bi aştî bi hev re bijîn. Kesin din di nava me de hene û em wan nas nakin, ew ji DAIŞê metirsîdartir in. Hêzên asayişê bi tenê nikare parastinê bike, divê xelk jî alîkariya hêzên Asayişê bike.
Amaje bi wê yekê kir, di sê rojên bûrî de li Hesekê û Qamişlo hejmarek teqîn rû dan û hejmarek kes birîndar bûn û ziyanên medî yên mezin çê bûn. Teqîna li Qamişlo li pêş kenîseyê hate kirin, aliyê teqîn kiriye jî dixwaze pêkhateya Xiristiyanî koçber bibin.
Derbarê teqîna Efrînê de got: Efrîn niha di destê Tirkiyê de, çi tiştê li wir rû bide, bi destê Tirkiyê dibe û Tirkiye di ber de berpirsyar e. Tirkiyê Efrîn dagîr kir, xelk koçber kir û mal û milkê wan wêran kirin.
Li ser şewitandina dexl û danên cotkarên Rojavayê Kurdistanê, Ezam got: Ev şewata genim û cehê xelkê piraniya wan bi dest hatine kirin. Ji bilî cotkaran Rêveberiya Xweser jî ziyan jê dîtiye. Hin bergûman ji aliyê hêzên asayişê ve hatine girtin, lê navê wan nehatine ragihandin.
S. B