Li navçeya Dîcleyê operasyona leşkerî destpê kir
Artêşa Tirkiyê li navçeya Dicleyê ya Diyarbekirê dest bi operasyoneke leşkerî ya berfereh kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê li navçeya Dicleyê ya Diyarbekirê dest bi operasyoneke leşkerî ya berfereh kir.
Li gorî ragihandina artêşa Tirkiyê, ji duhî êvarê ve li navçeya Dicleyê ya Diyarbekirê di navbera leşkerên Tirkiyê û gerilayên PKKê de şer heye.
Da zanîn, di encama êrişên gerilayên PKKê de kuştî û birîndar hene, lê hejmara wan hîne nehatiye aşkerekirin.
Li navçeya Dicleyê bi destpêkirina operasyonê re, gundên di nav çerçoveya operasyonê de, hatine dorpêçkirin û çûnûhatina welatiyan jî hatiye qedexekirin.
Li gorî ragihandina artêşa Tirkiyê, îro danê sibê şer derketiye û wan hêz ji bo piştevaniya operasyonê zêde kirine.
Hat zanîn, Li gundên Dîcelyê ji duh ve welatî nikarin pêwîtiyên xwe yên rojane dabîn bikin.