Serok wezîrên Îraqê pîrozbahîyê li Mesrûr Barzanî dike
Adil Ebdulmehdeî serok wezîrên Îraqê di peywendîyeke telefonî de pîrozbahî li Mesrûr Barzanî, serok wezîrên Herêma Kurdistanê kir.
K24- Hewlêr
Adil Ebdulmehdeî serok wezîrên Îraqê di peywendîyeke telefonî de pîrozbahî li Mesrûr Barzanî, serok wezîrên Herêma Kurdistanê kir.
Di wê peywendîya telefonî de, serok wezîrê Îraqê, hêvîya serkevtinê xwazt bo serokwezîran û kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê û got: Hêvdarî bi zûtirîn dem û bi piraktîkî pênagêvan bihavêjîn bo çareserkirina hemû arîşe yên hilawîstî û bi hev re hevkar bîn daku şîyanên xwe bixin di arasteyekê de, ku mifa û qazanc bo Herêma Kurdistanê û Îraqê bi giştî hebe û xizmeteke hejî bo welatîyan bihê kirin.