Liser desteserkirina keştiya xwe hukimeta Brîtanya civîna awarte lidar dixe
Ji bo gengeşekirina desteserkirina Keştiya xwe ji aliyê Supayê Pasdarên Îranê ve, Hikûmeta Brîtanya dicive
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo gengeşekirina desteserkirina Keştiya xwe ji aliyê Supayê Pasdarên Îranê ve, Hikûmeta Brîtaniya dicive.
Komîta Hawarçûnê a Hikûmeta Brîtaniya ji bo nirxandina desteserkirina keştiya xwe ji aliyê Îranê ve dicive.
Wezareta Berevaniya Brîtaniya jî ragihand, ew dê zanyariyên zêdetir kom bikin û bersiva xwe eşkere bikin.
Supaya Pasdarên Îranê ragihandiye, ku îro dest daniye ser keştiyek Brîtanyayê, ku aloziya di navbeyna Tehran û London de gihandiye astek herî bilind.
C.B