Li Ewrûpa vekirina xulên fêrbûna zimanê Kurdî
Pirsa zimanê Kurdî li diaspora ji bo Revenda Kurdî û nifşên nûhatî girîngtirîn babet e, ku kar liser tê kirin. Mehane bi dehan mamostayên xwebexş, ji bo fêrkirina zaroyan, kûrsên ziman û kultûrê vedikin. Komeleya Ronak a Çandî û Civakî li bajarê Bochum li Almanya, bawernameyên derçûnê, ji bo fêrbûna zimanê Kurdî belav kirin.
K24- Bochum-Elmanya

Bi sirûd û sitranên zimanê kurdî xwêndevan û derçûyên xulên Zimanê Kurdî li Elmanya ahngê dest pê kir .heta niha dora 200 zaroyên kurdan bi şêweyekî baş serkeftin bi dest xistine .mîras li Elmnya hatiye dinê û piştî korsa fêrbûnê baş bi kurda daxive .
Mamostayê fêrgehê bi çend xalan armanc û çawanyê vê çalakiyê şirove dike.
Komek ji çalakvan û hunermendên kurd û Elman beşdarî ahengê bun û jibo piştrvaniya zimanê Kurdî û vekirina dibistanên fermî kêfxweşiya xwe nîşan dan .
Em weke partiya kesk bi hemû awayîyan piştevanya ziman û kultûra miletên biynî li elmanya dikin .di xwazin bi nivîs û axaftinê fêrî zinanê dayikê bi bin .ev yekemîn pêngave jibo vekirina dibistaneke kurdî ,ev daxwaziy partiya me ye jî .her weha daxwazîyê ji kurdan dikim bila dibistanên kurdî jî vekin ,ne bi tenê bi rêya Korsên ziman xwe hîn bi bin .
Di dawiya çalakîyê de bawername û xelat hatin belav kiin ji aliyê Komela Ronak ya çandî û civakî ku ev çalakî çê kirine .