Welatîyên Tirbespiyê ji ber bêhna gilêşê gazindan dikin

Li bajarê Tirbespiyê û jiber zêdebûna gazinên welatiyan ji bêhna nexweş a gemar û gilêşê, ku dibe sedema belavbûna hin nexweşiyan, şaredariya gel a Tirbespiyê, ji derveyî bajêr koncalek taybet bi komkirina gemar û gilêşê kola.

K24- Tirbespî- Rojava

Li bajarê Tirbespiyê û jiber zêdebûna gazinên welatiyan ji bêhna nexweş a gemar û gilêşê, ku dibe sedema belavbûna hin nexweşiyan, şaredariya gel a Tirbespiyê, ji derveyî bajêr koncalek taybet bi komkirina gemar û gilêşê kola.

Ligor berpirsên şaredariyê, ew koncal, wekî gavek despêkî têra 5 salan dike, ku gilêş tê de bê komkirin.

Bajarê Tirbespiyê li Rojavayê Kurdistanê û tevlî ku guhdaneke baş pê hatiye kirin nemaze ji herdû aliyên derbasbûn û derketina ji bajêr ku bi dar û kulîlkan navenda bajêr pêşwaziya mêvanan dike,lê belavbûna gilêş û gemarê û carcaran derengiya daneheva gilêşê ji navenda bajêr û ji nava taxan,bûye sedema ku ew dîmenên xweşik têk diçin.

Welatiyên bajêr di bêjin ku mabûna gilêş û gemarê li ber deriyan û li pêş dukan û malan,herweha komkirina wê li nêzîkî bajêr jî dibe sedema belavbûna gelek nexweşiyan.

Ji ber sedemên navbûrî şaredariya gel ya bajarê Tirbespiyê,pirojeyeke kolana koncaleke taybet bi komkirina gilêşê ji derveyî bajêr pêk anî.

Koncala komkirina gemar û gilêşê li devereke dûrî bajêr zêdeyî 3 kîlo metran hatiye kolan,û weke gaveke despêkî,ev koncal têra nêzî 5 salan dike ku gilêş têde bê kom kirin.

Berpirsên şaredariyê di bêjin ku ji ber tunebûna karînan wan tenê ev piroje pêk anîne,lê di paşerojê de û mîna pirojeya ku li bajarê Qamişlo pêk tê,ew jî bi niyazin pirojeya jinû çêkirina gilêşê û egerên sûdwergirtina ji hin cûreyên gilêşê wek lastîk,cam ango şûşe û keresteya sifrê di salên bêde pêk bînin