Hemû endamên HEVBENDÎyê yên hatibûn girtin hatin berdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Hemû heval û endamên Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) yên ku di operasyona 17ê Mijdarê de hatibûn girtin, ji aliyê dadgehê ve hatin berdan.

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelik îro 19ê Mijdara 2026an ragihand, hemû hevalên wan ên di operasyona li dijî HEVBENDÎyê de hatibûn girtin, ji aliyê dadgehê ve hatine azadkirin.

Sibeha 17ê Mijdara 2026an, li dijî endamên Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) ku nû hatiye damezrandin, operasyoneke berfireh a polîsan hatibû lidarxistin.

HEVBENDÎyê pêştir di daxuyaniyekê de belav kiribû ku di encama operasyonê de 14 endamên wan hatine girtin. Navên wan kesan ev bûn: Bayram Bozyel, Mehmet Can Azbay, Fuat Onen, Abdullah Aydın, Ahmet Geçer, Ali Oncu, Sevgi Çelik, Ramazan Taşdemir, Hasan Dagtekin, Rojbin Bukun, Ali Çeven, Arjin Ceylan, Fuat Akkaya û Diyar Ozbakiş.

Herwiha di heman operasyonê de, saet 06:00ê sibehê li Stenbolê lêgerîn li mala Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelik jî hatibû kirin. Di daxuyaniyê de hatibû destnîşankirin ku Ozçelik di wê demê de ji ber karê xwe yê taybet li Hewlêra Başûrê Kurdistanê bû û di malê de tenê dayika wî hebû.

HEVBENDÎyê beriya berdana endamên xwe di daxuyaniyê de diyar kiribû ku ev operasyon di demekê de pêk hatiye ku piştî ragihandina damezrandina hevbendiyê di 9ê Mijdara 2026an de li Diyarbekirê, gefxwarin û kampanyayên dijminane li dijî wê dest pê kirine.

Her wiha Hevbendiyê, girtin û rêbazên tirsandinê bi tundî şermezar kir û got: “Ev yek careke din nîşana bêtehemuliya desthilatdarên Tirkiyeyê ya li hemberî derbirîna daxwazên neteweyî yên gelê Kurd û mafê wî yê rêxistinkirina xwe bi rêbazên demokratîk e.”

HEVBENDÎyê bang li desthilatdarên Tirkiyeyê kiribû ku operasyonê yekser rawestînin, hemû kesên hatine girtin azad bikin û rêzê li azadiyên bingehîn — di nav de azadiya derbirînê, komelebûnê û rêxistinkirina siyasî — bigirin. Daxuyanî bi vê tekezê bi dawî bûbû: “Parastina mafên siyasî yên gelê Kurd nikare wekî sûc bê hesibandin.”