Serkirdeyekî Bereya Gel: Em li dijî parçekirina Herêma Kurdistanê Herêmê ne

Şadman Mela Hesen
Şadman Mela Hesen

Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdeyekî Bereya Gel tekez li ser wê yekê kir ku nabe Herêma Kurdistanê tevlî pirsgirêkên siyasî bê kirin; herwisa ragihand: "Cudakirina Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê zirarê digihîne xwecihên wê û em wî karî baş nabînin."

Serkirdeyê Bereya Gel Şadman Mela Hesen îro Çarşem, 18ê Mijdara 2026ê, tevlî bernameya "Basî Roj" a Kurdistan24ê bû û tê de got: "Niştimanê me Herêma Kurdistanê ye, pêivî ye Herêma Kurdistanê tevlî pirsgirêkên siyasî neyê kirin."

Şadman Mela Hesen herwisa amaje bi wê yekê jî kir ku dema partiyeke siyasî li Herêma Kurdistanê rastî pirsgirêk an şikestinê tê, penayê dibe ber behayên niştimanî û stratejîk, ev jî karekî gelek xirab û neqebûlkirî ye.

Wî serkirdeyê Bereya Gel di derheqa YNKê de got: "Berê wê partiyê navendeke stratejîk û zanistî hebû, lê niha navenda hizirkirinê di nava YNKê de nemaye."

Navbirî eşkere jî kir ku niha arasteyek li kêleka Serokê YNKê heye, vê arasteyê hizirkirineke xirab heye, wisa li Serokê YNKê kiriye ku baweriya wî bi dengê azad nemîne û di bizava bêdengkirina dengê azad de ye.

Şadman Mela Hesen bal kişand ser wê yekê jî ku YNK berê xwedî hêzeke nerm bû û dengê azad tê de hebû; lê mixabin niha hêza req di nava YNKê de derketiye holê.

Wî serkirdeyê Bereya Gel herwisa li dijî hemî wan bizavan rawestiya ku behsa cudakirina Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê dikin û ragihand: "Cudakirina Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê zirarê digihîne xwecihên wê, karekî ne baş e û pirseke metirsîdar e."

Şadman Mela Hesen di pareka din a axaftinên xwe de behsa çalakkirina Parlamentoyê kir û got: "Ji bo tevlîbûna di çalakkirina Parlamentoyê de, ti zextek li Bereya Gel nehatiye kirin; belkî her ji destpêkê ve me piştgiriya wî karî dikir."

Navbirî tekez jî kir ku bi tevlîbûna Bereya Gel rêjeya qanûnî ya civîna Parlamentoyê nehat temamkirin, belkî ew YNK bi xwe bû ku rêjeya qanûnî ya civînê temam kir û wisa kir ku Parlamento dîsa bê çalakkirin; ji ber ku şeş endam ji hevpeymaniya YNKê cuda bûn û hatin tevlî civînê bûn û rêjeya qanûnî temam kir.

Şadman Mela Hesen di dawiya axaftinên xwe de behsa helwesta Lahûr Şêx Cengî kir û eşkere kir ku Lahûr Şêx Cengî li dijî parçekirina Herêma Kurdistanê ye; tekez jî kir ku Serokê Bereya Gel li ser çalakkirina Parlamentoyê razî bû.