HSD: Me kesek destê wî di êrîşa liser Serê Kaniya bakur de heyî, desteser kir

Hêzên Sûriya Demokrat kesek desteser kiriye, ku guman liser heye, destê wî di êrîşa şeva borî ya li ser navçeyeke bakurê Kurdistanê de heye

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriya Demokrat kesek desteser kiriye, ku guman liser heye, destê wî di êrîşa şeva borî ya li ser navçeyeke bakurê Kurdistanê de heye.

Desthilata Rihayê di daxuyaniyekê de ragihand, ku şeva borî 2 muşek ji aliyê Sûriyê ve li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê ketin û di encam de 6 welatiyên sivîl brîndar bûn.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand, ku wan bersiva wê êrîşê da ye û 7 cih di nava Sûriyê de kirin e armanc.

Peyvdarê Hêzên Sûriya Demokrat Kîno Gabriyêl ragihand, Hêzên wan ew êrîş nekirin e û wan tu mûşekek ber bi Tirkiyê ve ne avêtin e. Bi gotina wî, armanca aliyê ew kar kirî, tevlîhevkirina rewşê ye û têkdana aramiya navçeyê ye .

Herweha mêdya nêzîkî HSD belavkiriye, ku wan kesek desteser kiriye, yê ku destê wî di  wê êrîşê de heye û lêpirsîn digel de berdewam e.

 

 

 

C.B