Stargeha ajelan a Diyarbekirê ajelên bêxwedî kom dike
Stargeha Ajalan; ango Mala Venêrîna Ajalan û Navenda Dermankirinê; di 12'ê Mijdara 2007'an d e ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve hatiye vekirin û 12 sal in xwedî li ajalên kolanan derdikeve. Li stargehê di destpêka îsal de li Hezar û 119 ajalan xwedî hatiye derketin
K24-Amed
Li stargeha ajalan, a ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekrê de hatiye avakirin; 12 sal in venêrîna ajalên bêxwedî tê kirin. Li stargeha ajalan, ji destpêka salê ve xwedî li 1 Hezar û 119 ajalan hatiye derketin. Ajalên ku li kolanan bê xwedî ne, nexweş dikevin yan jî, ji ber qezayên trafîkê brîndar dibin, li vê stargehê tên dermankirin û piştre car din li xwezayê tên berdan. Ligorî daneyên stargehê; ji sala 2007'an heta sala 2019'an; bi giştî 23 hezar û 774 ajal, di stargehê re derbas bûn e û hatine dermankirin.
Stargeha Ajalan; ango Mala Venêrîna Ajalan û Navenda Dermankirinê; di 12'ê Mijdara 2007'an d e ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve hatiye vekirin û 12 sal in xwedî li ajalên kolanan derdikeve. Li stargehê di destpêka îsal de li Hezar û 119 ajalan xwedî hatiye derketin. Piraniya ajalên ku li vê derê tên dermankirin, kûçik û pisîk in. Tîmên ku di stargehê de peywirdar in; hem li navenda bajêr hem jî li hemû navçeyên wê, xwedî li ajalên kolanan derdikevin. Beytar Suleyman Mîthat Demîr dibêje; çiqas mafê jiyana mirovan hebe, ewqas jî ya ajalan heye; ji ber vê jî ji bo xwedîkirin û dermankirina wan, çi pêwîst be; em dikin.
Suleyman Mîthat Demîr-beytar, dibêje:"Ji bo ajalên ku qezayê derbaskirine, ji bo yên ku birîndar in, em 24 saetan xizmetê didin. Ji bilî vê xizmetê, karê ku em li vê derê dikin; xizmetkirin û pêşwazîkirina ajalên kolanan e. Niha 879 kûçik û 249 pisîk li vê derê ne. Ji destpêka salê ve bi giştî 1119 ajal hatine ber destên me. Hejmara ajalên ku me di nav van çend mehan de li vê derê destwerdana wan kiriye jî 3319 e."
Li Stargeha ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de xebat tê meşandin; ajalên ku nexweş bin; ji aliyê beytarî ve tên emeliyetkirin; yên ku di trafîkê de birîndar bûbin, tên dermankirin. Her roj bi dehan kûçikên ku ji ber nexweşîn an birînên xwe li kolanan dimînin; ji aliyê xebatkarên stargehê ve piştî dermankirinê li bin siyê tên rawestandin. Fehmî Polat jî 10 sal in ku li vê stargehê dixebite; Polat dibêje; hemû xebatkarên vê derê ajalparêz in û ji ajalan hez dikin; loma venêrîna ajalan jî bi dil û can tê kirin.
Fehmî Polat-xebatkarê Stargeha Ajalan, got:"Hevalên me yên ku li derve li îxbarê dixebitin, kûçikên bi pirsgirêk tînin vê derê. Yên ku qudûsî ne, yên ku seqet in, yên ku qeza derbas kirine, yên ku êrîşkar in tînin. Em jî wan derman dikin û beş bi beş wan ji hev vediqetînin. Her sibeh beytarê me venêrîna wan dike, derziyên wan li wan dide, wan qisir dike û me ew ji ku derê girtibin, em car din wan datînin wê derê. Em nan û avê wan didin wan û em bi hemû pirsgirêkên wan re yek bi yek bilî dibin."
Stargeha Ajalan; li nav şaredariyên bajarên bakûr û Tirkiyeyê; cara yekemîn e ku li Diyarbekirê hatiye vekirin. Li gorî rayedarên stargehê dibêjin; hîn projeyên wan ên xweştir ji bo stargehên ajalan hene û dê zêdetir li ajalan xwedî derkevin. Li gorî daneyên ku ji qeydên stargehê hatin bidestxistin; di nav 12 salan de 23 hezar û 774 ajal li vê derê hatine dermankirin, xwedîkirin û gelek ji wan jî ji bo xwedîkirinê li ajalhezan hatine belavkirin. Di
demên pêş de bi pêşengiya xebatkarên stargehê; li nav bajêr dê projeya tasek xwarin û tasek av jî were destpêkirin.