Li bakurê Kurdistanê demsala Maziçinîyê destpê kir
Taybet li bajarên Kurdistanê deverên daristan salane xelke diçin maziyan diçinin û jibo xwe dikin demara jîyanê.
K24- Hewlêr
Taybet li bajarên Kurdistanê deverên daristan salane xelke diçin maziyan diçinin û jibo xwe dikin demara jîyanê.
Li Gundekî Navçeya Dihê ya Sêrtê, Salê 500 Tan Mazî tên komkirin. Li Navçeua Dihê ya Bajarê Sert ya Bakurê Kurdistanê demsala Maziyçiniyê destpêkir.Mazîçinî ku di dîroka Kurdistanê de cîhek giring digre, îro jî baha û nirxê xwe, wenda nekirîye.
Di heman deme de bi şêwazeke profesyonel tir, Mazîçin hatiye destpê kirin.Mazî, di dîrokê de bûye dabarek giring ya jîyana malbatên kurd.Taybet Mazî di jîyana mirovan ya suruştî ye de, cîhek gelek giring digre ku ev berheme jibo boya, reng, dermanan tê bikar anîn.Di demsala mazicinîyê de, xezanên kurd di gundan de seferber dibin û diçin çîyayên Kurdistan û cîhên daristan berhema dara mazîyê kom dikin.
Li Navçeya Dihê ya Sertê xebata mazî çininê hate destpêkirin û hejmarek kûmpanîyan bi armanca berhefkirina Mazîyan hatine damezirandin.
Gundîyê bi nave Sefa Ozgûr da zanîn: Berhemê Dara maziyê em kom dikîn û debara xwe ya jîyanê pê dabîn dikîn.
Sefa Ozgur – Mazîçin, dibêje:(Mazî bi şêwazeke xwezayî di nav xaka me çêdibe. Em diçîn nav dar maziyan û maziyan kom dikîn. Kîloya Maziyan em 13 Lireyî difiroşîn. Demên berê, em gund pêk ve diçûn maziyan. Lê niha dîsa wek berê kar û xebata maziçinîye hatiye destpê kirin. Di demsa em biçîn bajarên xelkê kar bikîn, rojê em 30*49 kiloyan maziyan kom dikîn.)
Ahmet Özgür – Mazîkir, got:(Em mal bi mal digerîn maziyan dikirîn. Debarek baş ya aborî ye. Salê Em 500 Tan maziyan, ji gundiyan dikirîn û difiroşîn derve. Her gundiyek rojê 15-20 Kilo maziyan kom dike)
Maziçinî di kelepora Kurdewariyê de jî, cîhek giring dingre ku gelek stran, çîrok û serpêhatî ser tên gotin.