Banka Navendî ya Îraqê sedema bilindkirina nirxê dolarî bilind eşkere kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Banka Navendî ya Îraqê bi rengekê fermî nirxê dolarê Amerîkayî li beranberî dînarî bilind kir û tekez kir ku amanc ji vê pêngavê parastina cîgiriya aborî û piştevanîkirina berhemê navxweyî ye.

Banka Navendî ya Îraqê îro Çarşem, 07ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyekê de ragihand ku bi hevahengî ligel Encûmena Wezîran û bi piştbestina bi qanûna Banka Navendî, wan biryar daye ku guherînê di nirxê dolarî de bikin daku pêşxistina aborî ya welatî misoger bikin.

Amaje bi wê yekê jî hate dan ku ji îro Çarşemê ve, nirxê kirîna yek dolarî ji Wezareta Darayî dê bi 1500 dînaran be, herwiha nirxê firotina dolarî bo bankan dibe 1510 dînar û nirxê firotina dolarê kaş bo welatiyan jî bi 1520 dînaran hate diyarikirin.

Banka Navendî welatî û kertên aborî piştrast dike ku yedeka biyanî ya Îraqê gelek xurt e û bi temamî karîna dabînkirina daxwaziyên veguhastina derve, tijekirina kartên bankî û dana dolarî bo geştyaran heye bê ti kêm-û-kasiyekê.

Di derheqa sedemên vê biryarê jî, Banka Navendî ya Îraqê eşkere kir ku ev guherîn dê bibe sedema piştevanîkirina pîşesazî û berhemê navxweyî û peydakirina pêşbirkeka dadperwerane di navbera kelûpelên Îraqî û kelûpelên hawirdirkirî de. 

Li gorî wê daxuyaniyê, ev pêngav dê bibe palder bo berfirehkirina kargehan û peydakirina derfetên karî yên nû ji bo ciwanan, bi vî rengî jî rêjeya bêkariyê li welatî kêm dibe.