Grûpên çekdar bi darê zorê Efrîniyan ji malên wan derdikin

Grûpên Çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve li navçeya Mabeta bi darê zorê 2 malbatan ji xaniyên wan derdike û dest datîne ser xaniyên wan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên Çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve li navçeya Mabeta bi darê zorê 2 malbatan ji xaniyên wan derdike û dest datîne ser xaniyên wan.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, welatiyê bi navê Xelîl Oskotko ku di mala bavê xwe ya li navçeya Mabeta de bicih bûbû, roja 3ê vê mehê çekdarên grûpa Cebhe El Şamiyê hatin li wî dan û ew bi zorê ji mala bavê wî derkirin û dest datînin ser wê malê.

Herwiha wê rêxistinê ragihand jî, pêştir mala Esed Remo ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibû desteserkirin û piştî wî mala xwe di sala 2018an de vegeradibû, vê carê jî çekdarên Cebhe El Şamiyê hatin ew ji mala wî derkirin û dest datînin ser mala wî.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da zanîn jî, grûpa Ebo Xazî li gundê Gabeleka yê navçeya Şera baca 200 Dolarên Amerîkî li ser her kesekî sepandiye, ku di xaniyê bav, bira yan merivekî xwe de niştecih bûbe.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, bi armanca bicihkirina plana guhartina demografî li Efrînê, dest danîne ser bi hezaran xanî, dukan û mal û milkên welatiyan û li şûna wan malbatên koçberên navçeyên din ên Sûriyê bicih kirine.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment