Pêşmerge li Germiyanê dest bi operasyonekê li dijî DAIŞê kir

Çend Lîwayên ser bi Wezareta Pêşmerge û hêzên asayişê ve îro li nahiya Kuleco li devera Germiyanê dest bi operesyonekê li ser çekdarên DAIŞê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çend Lîwayên ser bi Wezareta Pêşmerge û hêzên asayişê ve îro li nahiya Kuleco li devera Germiyanê dest bi operesyonekê li ser çekdarên DAIŞê kir.

Fermandarê Lîwaya 5 a Piyade ya Şarezorê Emîd Kemal ji K24ê re ragihand, bi sedema hatina çekdarên DAIŞê ji navçeya me re, me dubare dest bi operasyoneke rêgiriyê li tevgera DAIŞê kir.

Ragihand jî, tenê hêzên Pêşmerge û asayişê di operasyonê de beşdar in û ti hevahengî wan bi hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî re nîn e.

Di destpêka vê mehê de çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzên Pêşmerge û asayişê li nahiya Kuleco ya ser bi qezaya Kifrî ve kiribûn, di encamê de 2 Pêşmerge û 2 endamên asayişê şehîd bûbûn.

 

S. B