Sûpaya Pasdaran: Hêzên me gihiştine ser sînorê Israîlê

Sûpaya Pasdaran: Serbazên Îranê gihiştine ser Deryaya Naverast û nêzîkî sînorê Israîlê bûn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Sûpaya Pasdarên Îranê radighîne, di her egerekî de, dê rûbirûyê Amerîkayê bibin û eşkere kir, ku hêzên wan gihiştine ser sînorê Israîlê.

Alîkarê Serokerkanê Sûpaya Pasdaran Mehdî Rebanî ragihand, tu welatek nikare, bi êrîşa bejahî êrîşî Îranê bike. Got jî, serbazên Îranê gihiştine ser Deryaya Naverast û nêzîkî sînorê Israîlê bûn e.

Berîya niha jî, Cîgirê Siyasî yê Fermandarê Giştî yê Sûpaya Pasdaran Yedula Cwanî ragihandibû, ger Amerîka êrîşî Îranê bike, ew dê wan hemû mîlîşyat û hizbên ser bi Îranê ve, rûbirûyê Amerîkayê bikin.

 

 

C.B