2 pasdarên Îranê hatin kuştin

Du endamên supaya Pasdarên Îranê li sînorê Îran û Tirkiyê hatin kuştin û pasdarekî din jî birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Du endamên supaya Pasdarên Îranê li sînorê Îran û Tirkiyê hatin kuştin û pasdarekî din jî birîndar bû.

Medyaya Îranê îro belav kir, 2 endamên supaya Pasdarên Îranê di çarçova rûbirûbûna bi grûpeke çekdar re, li bajarê Makû ser sînorê Tirkiyê hatin kuştin û pasdarekî din jî birîndar bû.

Li gor zanyariyên ajansa “Tasnim” a Îranî, ew şer di demekê de rû daye, duhî roja Sêşemê Îran û Tirkiyê li bajarê Makû yadeştnameyeke hevtêgihîştinê îmze kir, ji bo hevkariyên di navbera her du aliyan de li ser sînor berfirehtir bikin.

Îran û Tirkiye di rêûresmeka îmzekirina yadeştnameyê de, bi pêwîstî zanîn ku rêz li binemayên cîrantiyê were girtin û ewlehiya navçeyên sînor bi hevbeşî bê parastin.  

 

S. B