Pasdaran: Em amadeyine bo rûbirûbûna Amerîkayê

Fermandarê giştî yê Sûpaya Pasdaran ji Rojhlatê Kurdistanê gef li Amerîka kir, û dibêje ew amade ne rûbrûbûna Amerîka bikin.

K24- Hewlêr

Fermandarê giştî yê Sûpaya Pasdaran ji Rojhlatê Kurdistanê gef li Amerîka kir, û dibêje  ew amade ne rûbrûbûna Amerîka bikin.

Huseyn Selamî fermandarê giştî yê Sûpaya Pasdaran  serdana Kirmanşana Rojhlatê Kurdistanê kiribû û derbarê egera destpêkirina rûbrûbûna serbazî di navbera wan û Amerîka de ragehand  ew ne dilgranin ji rûdana şer. Herwiha ragehand jî ku karînên hêzên wan yên şer heye û amade ne rûbrûbûnê bikin, di beramber de Amerîka nikare êrîşî Îranê bike.