Amerîka daxwaza gavên zêdetir li dijî Îranê ji Brîtanya dike

Wezîrê Derve yê Amerîka daxwaz ji Brîtanyayê dike, Brîtanya gavên zêdetir ji bo sizadana Îranê bavêje.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka daxwaz ji Brîtanyayê dike, Brîtanya gavên zêdetir ji bo sizadana Îranê bavêje.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di konferanseke rojnamevanî bi Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab re ragihand, ji bo rûbirûbûna Îranê, Washington dixwaze alîkariya Brîtanya bike.

Pompeo spasiya Brîtanyayê derbarê biryara wê ya tevlîbûna “Hevpeymaniya Deryayî”li tengeva Hurmizê kir û Îran tometbar kir ku kiryarên têkbirane dike û bê sedem êrîşî keştiyan dike.

Amaje bi girîngiya parastina tevgera deryayî kir û got, girîng e tevgera keştiyan li tengeava Hurmizê bê parastin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab diyar kir, London hewl dide di çarçova rêkeftina atomî ya bi Îranê re bimîne. Lê tekezî li ser girîngiya parastina tevgera keştiyan li tengeava Hurmizê kir.

Berî du rojan Wezareta Derve ya Brîtanyayê di daxuyaniyekê de ragihand, Brîtanya hewl dide hevpeymaniyeke bihêz bo rûbirûbûna riftarên Îranê, kiryarên Rûsyayê, rûbirûbûna teror û parastina keşûhewayê ava bike. 

Îranê ji roja 19ê Tîrmeha bûrî ve 2 keştiyên petrolhilgir ku ala Brîtanî hildabûn desteser kirine û li hember serbestkirina wê jî daxwaza berdana keştiya Îranî ya li tengeava Gibraltar ji aliyê Brîtanyayê ve hatiye girtin dike.

 

S. B