Dengvedan rêkeftina Amerîka û Tirkiyeyê li ser herêma ewle
Rêkeftina liser ravakirina herêma ewle liser sînorê Sûrîyê, ya di navberaTirkîye û Amerîkayê de, ji duhî ve, babeta sereke ya medyaya cîhanî ye.
K24- Enqere
Rêkeftina liser ravakirina herêma ewle liser sînorê Sûrîyê, ya di navberaTirkîye û Amerîkayê de, ji duhî ve, babeta sereke ya medyaya cîhanî ye. Ligor rêkeftinê, dê Navenda Hevbeş a Fermandariyê bê ava kirin, piştî wê jî, xebatên bo avakirina herêma ewle destpê bikin. Ligor pisporên ewleyîyê yên Tirkîyê, herçiqas guman a Enqereyê bo cîbicihkirina vê rêkeftinê hebe jî, ev rêkeftin ji Tirkîyê re sûdmend e. Herwiha pispor dibêjin, ger Amerîka HSDê qanih bike, dê bi avakirina herêma ewle, pêşî li şer û pevçûnê bê girtin.
Li Enqereyê di navbera şandeyên leşkerîyên Amerîka û Tirkîyeyê piştî gotûbêj û hevdîtinên 3 rojan, li bakurê Sûrîyeyê û Rojavayê Kurdistanê li ser avakirina Herêma Ewle rêkeftineke encam da. Li gorî vê rêkeftinê, wê pêşî ji alîyê her dû welatan ve Navenda Hevpar ya Fermandarîyê bê avakirin, dûra jî wê xebatên bo avakirina herêma ewle bê destpêkirin û penaberên Sûrîyeyî yên li Tirkîyeyê jî bo vê deverê bêne cîbicihkirin. Karvedanên vê rêkeftinê didomin.
Li gorî Mîthat Işik ê Koordînatorê Parastin û Ewlehîyê ya sazîya SDEyê ev rêkeftin ji bo çareserîya pisrgirêkên navbera Enqere û Waşingtinê girîng e. Işikê pisporê ewlehîyê dibêje, dibe ku piştî cejnê her dû welat dest bi avakirina Navenda Fermandarîyê bikin. Her wiha Işik mîna karê keftina Minbicê dide û destnîşan dike ku dicîbicihkirina vê rêkeftinê da hin endîşeyên mafdaryên Enqereyê jî hene.
Mîthat Işik-Koordînatorê Parastin û Ewlehîyê ya SDEyê, got:"Ev rêkeftineke girîng û erênî ye. Lewra Amerîka bi zanayî proseya avakirina herêma ewle dirêj dikir.Li gorî min li qadê pêkanîna vê rêkeftinê mimkun e. Bi avakirina herêma ewle dibe ku 300-400 hezar penaber vegerin ser axa xwe. Bi rastî mesafeya kûrahî û dirêjahîya herêma ewle zêde girîng nîne, ya girîng avakirina wê ye. Ez bawer nakim ku di avakirina herêma ewle da şer û pevçûnekî çê bibe. Heke Amerîka bixwaze, dikare HSDê qanih bike û ewê jî qebûl bikin."
Parlamenterê berê yê ANAPê, Mehmet Kahraman ê ku niha şêwirmendîya Serokê Giştîyê Partîya Demokrat DPê Gultekin Uysalê dike dibêje, ev li hevkirin ji bo berjewendîyên Tirkîyeyê û herêmêye.
Mehmet Kahraman-Parlamenterê berê yê ANAPê, dibêje:"Bi rastî di serî da li hevkirinaTirkîye û Amerîkayê hinekê dijwar dixuya. Lê belê piştî kuTirkîye bi ryardarîya xwe ya bo operasyona ser rojhelatê çemê Feradê domand, Amerîka jî hinekê nerim bû. Di encamê da jî rêkeftineke wiha pêk hat. Li gorî min ev rêkeftin li gorî berjewendîyên Tirkîyê û herêmê ye. Bila Kurdên Sûrîyeyî ji vê rêkeftinê netirsin. Ez bawer nakim ku di avakirina herêma ewle da şerekî derkeve. Lewra Amerîka wê garantorîyê bike."
Hêj hûrgilîyên herêma ewle bi temamî nayê zanîn, lê belê rayedarên Tirk ragihandibûn ku di vê kûrahîya herêma ewle bi qasî 30-40 kîlometreyan be û hêzên YPG û HSDê jî li herêmê bên vekişinandin. Amerîka jî li Tirkîyeyê pêşnîyaza herêmeke ewle biqasî kûrahîya 15 km kiribû.