“Tirkiye bo herêma ewle ji Amerîka ne piştrast e”

Her çend hûrgiliyên rêkeftina Tirkiye û Amerîkayê derbarê çawaniya Herêma Ewle de diyar nebin jî, mijara sereke ya rojeva Tirkiyê ev e.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/049fab6e-b950-41ff-a001-7bce35b64d71/081219MWX.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Hûrgiliyên çawaniya avakirina herêma ewle hêdî hêdî diyar dibin. Li gor medya Tirkiye, her çend Tirkiye daxwaza 30 heta 40 K.M kûrahî bike jî, Amerîka 10 heta 15 kîlometre zêdetir naçe. Herweha plan ji sê qonaxan pêk tê ku heta 5 K.M dê gerên çavdêriyê hebin û heta 14 K.M jî çekên giran bên dûrxistin. Wezîrê Berevaniya Tirkiyê dibêje, eger plan neye bicîhkirin ew amade ne planên xwe bicîh bikin.

Her çend hûrgiliyên rêkeftina Tirkiye û Amerîkayê derbarê çawaniya Herêma Ewle de diyar nebin jî, mijara sereke ya rojeva Tirkiyê ev e. Tirkiye aliyeke vê rekeftinê wek serkeftinekê nîşan dide, lê aliyê din jî dide xuyakirin, ew rê nadin wek Minbicê wan mijûl bike.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar dibêje, ew tu carê rê nadin korîdora terorê û dixwazin YPG ji herêmê were derxistin û çekên di destê wan de bên girtin. Penaber jî li wan deveran werin bicîhkirin.

Da zanîn, di rojên pêş de navenda operasyona hevbeş dê were sazkirin û got, wan daxwaza 30-40 K.M kûrahî kirine, lê aliyê Amerîka behsa 10-15 K.M kiriye.

Akar got, wan hişyarî daye Amerîkayê ku eger plan neye bicîhkirin, plana wan ya duyem û sêyemîn heye ku dikarin bi serê xwe cîbicî bikin.

Li gor medya Tirkiyê, rêkeftin ji daxwazên Tirkiyê pir dûr e. Dirustkirina herêma ewle ji sê qonaxan pêk tê.

Qanoxa yekemîn, di nav axa Rojavayê Kurdistanê de, bi kûrahiya 5-6 kîlometre hin deverên sînordar werin ava kirin û YPG li wê derê nemîne. Li deverê gerên çavdêriyê yên hevbeş dê werin encamdan.

Ya duyemîn, heta 14 kîlometre kûrahiyê hin keşif bên kirin û YPG çekên giran ji van deveran dûr bixe.

Qonaxa sêyemîn jî heta 18 kîlometre kûrahîyê ye. Di çarçoveya pêwîstiyê de xebatên keşfê dê werin kirin. Di her sê qonaxan de jî, derveyî hin gerên çavdêriyê, leşkerên Artêşa Tirkiyê nakevin deverê.

Her çend rayedarên Tirkiyê dixwazin plan demildest were cîbicîkirin jî, derbarê demê de zelalî nîne.

Vegerandina penaberan jî, wek gaveke siyaseta navxweyî ya desthilatê tê dîtin. Ji xwe sedî 90 penaberên li Tirkiyê ne, ji devera rojhelatê Feratê neçûne. Vegerandina bi zorê jî, dê bibe serêşeke mezin bo Tirkiyê.

Pispor dibêjin, ji ber daxwazên berûvajî, ne pêkan e Amerîka û Tirkiye bi awayekî demdirêj  rêk bikevin. Jiber ku Tirkiye herêma ewle bo astengkirina statuya Kurdan girîng dibîne, Amerîka jî bo parastina Kurdan girîng dibîne. Her çend Amerîka û Tirkiye hevpeymanên NATOyê bin jî, ji ber daxwazên Tirkiyê, Amerîka dest ji Kurdan bernade.