Serkirdeyekî Tevgera Hîkmeyê: Elî Zeydî dixwaze peywendiyên Bexda û Hewlêrê xurttir bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serkireyekî Tevgera Hîkmeyê radigihîne ku Serokwezîrê Raspartî yê Iraqê Elî Zeydî dixwaze di çarçoveya berjewendiyên bilind ên neteweyî de piştgiriya hemî pêkhateyan ji bo kabîneya nû misoger bike û peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de xurttir bike.
Serkirdeyê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî Rehîm Ebûdî îro (În, 1ê Gulana 2026ê) zanyarên nû li ser serdana çaverêkirî ya Elî Zeydî ji bo Herêma Kurdistanê ji Kurdistan24ê re eşkere kirin.
Serkirdeyê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî di daxuyaniyekê de ji Kurdistab24ê re eşkere kir ku "biryar e sibe Elî Zeydî serdana Herêma Kurdistanê bike û hejmareke civînên girîng û hestiyar bike."
Li gorî gotina wî, di dema serdanê de, Elî Zeydî dê pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê nîqaş bike. Tekez jî kir ku serokwezîrê raspartî îradeyeke cidî heye ji bo ku peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de di qonaxa bê de berfirehtir û xurttir bike.
Rehîm Ebûdî ronî jî kir ku, bi liberçavwergirtina rewşa hestiyar a deverê û ji bo rûbirûbûna qebxwaziyan, Zeydî dixwaze "hikûmeteke bi kalitî û bihêz" li ser bingeha parastina berjewendiyên neteweyî ava bike. Ji bo vê armancê jî, ew bizavê dike ku piştgiriya hemî hêzên siyasî û pêkhateyên Iraqê misoger bike.
Aliyên di nav Çarçoveya Hevahengiyê de li danê êvarê yê roja Duşemê, 27ê Nîsana 2026ê, bi awayekî fermî li ser diyarkirina Elî Falih Zeydî wekî yekane berbijarê xwe ji bo wergirtina posta Serokwezîrtiya Iraqê li hev kir.