Hewlêr; 131 destûriyên veberhênanê di sektora geştiyariyê de hatine dan
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Giştî yê Veberhênanê yê Hewlêrê ragihand ku, di çarçoveya bizavên Kabîneya Nehê de ji bo pêşxistina sektora aborî, heta niha 131 destûriyên veberhênanê di sektora geştiyariyê de li sînorê parêzgeha Hewlêrê hatine dan. Ev proje, ku sermayeya wan ji 13 milyar dolaran derbaz dike, armanc dikin ku jêrxaneya geştiyariyê xurt bikin û zêdetir geştiyaran bikişînin deverê.
Rêveberê Giştî yê Veberhênanê li Hewlêrê Saman Ereb îro (În, 1ê Gulana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Di dema jiyê Kabîneya Nehê de gelek hêsankarî ji bo veberhêneran hatine kirin.”
Saman Ereb herwesa got: “Li sînorê parêzgeha Hewlêrê, ji 700 destûriyên veberhênanê, 131 destûrî di sektora geştiyariyê de hatine dan, bi sermayeya zêdetir ji 13 milyar dolaran tên bicihanîn. Ev jî wekî pêngavekê ye ji bo piralîkirina çavkaniyên dahatê li Herêma Kurdistanê."
Navbirî diyar jî kir ku di vê qonaxê de hikûmetê li sînorê parêzgeha Hewlêrê zêdetir girîngî daye wan projeyên ku "stratejîk û bingehîn" in û got: "Tenê dana destûriyan ne armanc e, belkî bi projeyan re girîngiyeke zêde bi sektora rê û rêbaran hatiye jî dan. Hemî hêsankarî hatine kirin ji bo ku geştiyarên navxwe û derveyî welat bi hêsanî bigihîjin cihên geştiyarî û demekî aram derbaz bikin."
Rêveberê Giştî yê Veberhênanê li Hewlêrê tekez jî kir ku jêrxaneya avê li Herêma Kurdistanê bi awayekî berçav pêş ketiye û gelek girîngî pê hatiye dan. Herwesa di dema borî de gelek pond jî ji bo vegirtin û embarkirina avê li deverên cuda cuda hatine çêkirin.
Ev pêşveçûn di demekê de ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizavê dike bi rêya paldana veberhênana navxwe û biyanî sektora geştiyariyê bike yek ji stûnên sereke yên aboriya neteweyî û zêdetir derfetên kar ji bo ciwanan di vî warî de peyda bike.