Wan.. Bi hatina biharê re Girava Çarpanakê bala geştiyaran radikişîne
Wan (K24) – Gola Wanê bi şînahî û xwezaya xwe ya biharî, bi taybetî jî Girava Çarpanakê, di van rojan de mêvandariya bihezaran geştiyar û xwezahewesan dike.
Gola Wanê ku bi ava xwe ya fîrozeyî û xwezaya xwe ya bêhempa tê naskirin, bi hatina werza biharê re ketiye nava rengên geş. Yek ji cihên herî balkêş ên vê werzê, Girava Çarpanakê ye ku bi dengê hezaran qeqelîbazan û bi kulîlkên darên behîvê hatiye xemilandin.
Tişta ku îsal herî zêde bala geştiyaran dikişîne, "rêya antîk" a ku giravê bi bejahiyê ve girê dide ye. Ji ber kêmbûna asta ava Gola Wanê, ev rêya ku berê di bin avê de mabû, niha hinekî din derketiye ser rûyê avê. Geştiyar dikarin bi ser vê rêya kevirî re, ku di nav gola şîn de wekî xeteke spî xuya dike, ber bi giravê ve herin.
Welatiyê bi navê Moxtar Yûsif, ku her sal di dema vebûna kulîlkan de serdana giravê dike, dibêje: "Ev der herêmeke pir taybet e. Darên behîvê bi rengên xwe yên spî û pembeyî xweşiyeke din didin vê derê. Em her sal di vê werzê de tên da ku vê bedewiyê bibînin."
Herwiha Mistefa Xerîb, ku yek ji niştecîhên herêmê ye, balê dikişîne ser dîroka rêya giravê û dibêje ku berê ev rê ji bo derbasbûna ajalan û mirovan dihat bikaranîn, lê piştî ku av bilind bûbû di bin de mabû. Niha bi daketina avê re, ew rê careke din ji bo geştiyaran bûye derfeteke mezin.
Girava Çarpanakê ne tenê bi xwezaya xwe, lê bi dêr û manastira xwe ya dîrokî jî balê dikişîne. Di bin sîber û heybeta Çiyayê Sîpanê de, ev girav bi hezaran qeqelîbazan (balindeyên deryayê) re bûye cihekî aram ji bo wênegir û gerokên ku dixwazin bihara Kurdistanê bijîn.
Herêmên Tuşba û gundê Çitliya Wanê, di vê werzê de dibin yek ji qerebalixtirîn navendên geştûguzariyê li Wanê.