Îran 3 deriyên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re dike navdewletî

Cîgirê Parêzgarê Helebce ragihand, Komara Îslamî ya Îranê bi fermî biryara fermîkirina çend deriyên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re derkir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Parêzgarê Helebce ragihand, Komara Îslamî ya Îranê bi fermî biryara fermîkirina çend deriyên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re derkir.

Cîgirê Parêzgarê Helebce Kawe Elî Kerîm di daxuyaniyekê de ragihand, serokatiya komara Îranê razemendî li ser fermîkirina deriyên sînorî Kêlê, Şoşmê Tewêle û Şêx Salih – Pişte wek deriyên bazirganî û geştiyarî yên navdewletî daye.

Herwiha gotiye, ji bo gihandina wê razemendiyê bi aliyêm pêwendîdar ên Iraqê, biryar e aliyên Iraqî û Îranî di demeke nêzîk de wê derbarê de bicivin, ji ber ku biryara dawiyê di destê hikûmeta Iraq û Îranê de ye.

Cîgirê Parêzgarê Helebce diyar kir, derbarê wê dosyê de di destpêkê vê mehê de berpirsên Herêma Kurdistanê bi şandeke Îranî re civiyabûn û hikûmeta Tehranê jî razemendî li ser wê pêşniyazê daye.  

 

S. B