Pizîşkiyan: Nerîna gelek welatên cîhanê li ser Îranê hatiye guhertin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê ragihand ku şerê aborî yê li dijî Îranê ji şerê leşkerî gelek bizehmettir e, û tekez jî kir ku tevî cezayan jî ew dê li ser xizmetkirina gelê xwe berdewam bin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro Pêncşem, 8ê Cotmeha 2026ê, di civîna giştî ya fermandarên Hêza Ewlehiya Navxweyî de tekez kir ku divê giringî bi rehendên cuda cuda yên wî şerî bê dan ê ku dijî welatê wan tê kirin.
Pizîşkiyan di derheqa cudahiya şêwazên pevçûnê de got: "Şerê leşkerî diyar e, lê şerê aborî zayê dîtin û gelek bizehmettir û giranitir e." Tevî vê yekê jî, hikûmeta wî li ser xizmetkirina gel û pûçkirina bandorên şerê aborî yê dijmin rijd e.
Serokkomarê Îranê di pareka dî ya axaftina xwe de amaje bi şkestinên planên dijmin kir û ron kir ku aliyê beranber li wê bawerê bû ku bi şehîdkirina fermandaran û êrîşkirina ser navendên ewlehiyê û polîsan dikare tevliheviya navxweyî peyda bike, lê bi berxwedana hêzan û amadebûna xelkê li qadê, Îran bi serbilindî ma.
Pizîşkiyan di derheqa pêgeha navdewletî ya Îranê de jî got: "Piştî bûyerên nû, nerîna gelek welatên cîhanê li ser Îranê hatiye guhertin û niha bi çavekî cuda li welatê me dinêrin." Navbirî herwesa eşkere kir jî ku ti yek ji welatên deverê pêşbînî nedikir ku Îran karibe li beranberî wê êrîşa hovane raweste.
Li ser cezayan jî, Serokkomarê Îranê behsa wê yekê kir ku aliyê beranber hemî zext û ceza li dijî Îranê bi kar anîne, daku rêyê li xizmetkirina xelkê bigire, lê Tehranê biryar daye ku xizmeta gel bike û pêdiviyên wan dabîn bike.
Di dawiya axaftina xwe de, Pizîşkiyan tekez kir ku serbilindiya welatî di rûbirûbûna dijmin û piştbestina bi gelê xwe de ye û ew amade nînin li beranberî ti dijminekî serê xwe biçemînin, ji ber ku hindî gel piştevaniya hikûmeta xwe bike, ji ti xetereyekê natirsin.