Li Tirkiyê 41 baro vexwedina Dadgeha Bilind red dikin

Li Tirkiyê 41 baroyan vexwedina Dadgeha Bilind a ji bo Rêûresma Vekirina Werzê Dadê ya 2019 û 2020 red kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê 41 baroyan vexwedina Dadgeha Bilind a ji bo Rêûresma Vekirina Werzê Dadê ya 2019 û 2020 red kirin û tê çaverêkirin ev hejmar zêdetir bibe. Baroyên Tirkiyê radigihînin, Li Tirkiyê sîstema dadê li gor daxwaz û fermanên hikûmetê biryaran dide û ne serbixwe û bêalî ye. Baroya Diyarbekirê jî sibe biryara xwe dide.

Li Koşka Serokomariya Tirkiyê dê di 2ê Îlonê de Rêûresma Werzê Dadê ya sala 2019 û 2020an bi rê ve biçe, lê piraniya baroyên Tirkiyê beşdarî rêşresmê nabin û ji niha ve krîzek mezin rû daye.

Nêzikî 50 baro vexwedina Dadgeha Bilind a ji bo rêûresma Vekirina Werzê Dadê red kirin. Baro rexneyên tund li sîstema dadê digirin û dibêjin: Li Tirkiyê dad li gor daxwaz û fermanên hikûmetê biryaran dide û ne serbixwe û bêalî ye. Bi hezaran kes bi awayek neyasayî hatine zindanîkirin û sîstema dadê desthilatdariya hikûq û mafê mirovan naparêz e, lê belê hiqûqa serdestan diparêze. Ji ber van sedeman ew rewresma dadê ya li koşka serokomariyê red dikin.

Piştî van nerazîbûnan, Dadgeha Bilind a Tirkiyê jî bersiva baroyan da û rexneyên wan wekî bêwijdanî û dûrî pîvanên dadperweriyê binav kir. 

Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê jî eşkere dike: Ewê beşdarî rêûresmê bibin. Li ser vê biryarê Baroya Îzmîrê ku yekem baroya li dijî rêûresmê bû ragihand ku Yekîtiya Baroyên Tirkiyê nûnertiya wan nake.

Li Tirkiyeyê 79 baro hene û heta niha tenê 3 baro bersiveke erenî li vexwendina rêûresmê dane û tê çaverekirin hejmara baroyên li dijî rêwresmê 50î jî derbas bike. Baroyên li Bakurê Kurdistanê yên wekî Riha, Wan û Mûş jî beşdarî rêûresmê nabin û Baroya Diyarbekirê dê biryara xwe sibe bide.

 

S. B