Girûpên çekdar li Efrînê bi alîkarîya hêzên Tirkiyê li ser pêşlkirina mafên mirovan berdewam in

Girûpênn çekdar li Efrînê û bialîkarîya hêzên taybetên hikumeta Tirkiyê berdewam in li ser pêşêkarîyên mafên mirovan li bajar û gundewarên Efrînê.

K24- Hewlêr

Girûpênn çekdar li Efrînê û bialîkarîya hêzên taybetên hikumeta Tirkiyê berdewam in li ser pêşêkarîyên mafên mirovan li bajar û gundewarên Efrînê.

Li 18/8/2019 polîs û hêzên taybetên Tirkiyê, bi tuhmeta karkirin û xizmetkirina Rêveberîya Xweser, sê welatîyên gundê (Qeselê Xidirya) ya ser bi nahye ya Bilbilê revandin û ber bi ciheke nedîyar birine.  Ew sê welatî jî navên wan evin:

  • Ferîd Reşo Bin Henan, 45 sal.
  • Sebrî Îbiş Bin Mehemed, 70 sal.
  • Xebat Henan, 24 sal.

Malbatên wan jî hatîne agahdarkirin, ku bo her yekî ji wan divê  200-250 hezar Lîreyên Surî bidin heya bihên azadkirin.

Her li 18/8/2019 li gundê Ebîdan a ser bi nahîyeya Bilbilê, hejmereke  çekdarîn ser bi girûpa Elcebel, ku girûpeke çekdarên cîhadî ye û piranîya çekdarên wê xelkê parêzgeha Idlib û Hemayê ne û li ser xwazta hêzên taybetên Tirkiyê, sê welatîyên Kurd revandin bi tuhmeta karkirin û têkelîyan li gel Rêveberîya Xweser. Navên wan sê kesên hatîn revandin jî evin:

  • Alan Elî Îbrahîm
  • Mehemed Elî Îbrahîm
  • Şêro Ehmed Îbrahîm

Ev sê welatî berê jî,  ji alîyê girûpa Siqûr Elşîmal hatibûn revandin, lê  piştî ku veguhaztin bo Efrînê û ti belgeh li ser wan nebûn, hatibûn azadkirin. Ev  cara dûye dihên revandin.

Li Nahye ya Şêrawa- Basûte- jî, Li 26/ 7/2019 hinek çekdarên pêş mala Elhekîm li bajarê Efrînê,  welatîyek bi navê Mistefa Mehemed Teha, ku temenê wî 40 salîye û xelkê bajarokê Basûte ye, li 26/7/2019 demjimêr 5:00 sipêdeyê hat revandin bo cieheke nedîyar di dema ku berhemê xwe yê çandinê vediguhazt.