Li Diyarbekirê di navbera alîgirên HDPê û polîsan de alozî derket

Li bajarê Diyarbekirê ji ber dûrxistina şaredarên HDPê ji kar, di navbera alîgirên HDPê û hêzên polîsên Tirkiyê de alozî derket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Diyarbekirê ji ber dûrxistina şaredarên HDPê ji kar, di navbera alîgirên HDPê û hêzên polîsên Tirkiyê de alozî derket.

Îro bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi bihaneya bangeşeya bo terorê, şerdarên HDPê yên Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Adnan Selçuk Mizraklî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji kar hatin dûrxistin.

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê da zanîn, li Diyarbekirê alîgirên HDPê nerazîbûn nîşan dan û li derdora şaredariyê kom bûn, lê rastî destêwerdana hêzên ewlekariyê hatin.

Di encamê de di navbera alîgirên HDPê û hêzên ewlekariyê de alozî derket û hêzên ewlekariyê ji bo belavkirina alîgirên HDPê, ava şid bikar anî.