Perlemana Îraqê parêzbendîyê li ser hejmareke perlemntaran heldigre

Serokatîya perlemana Îraqê parêzbendîli ser 8 perlemantaran heldigire

K24- Hewlêr

Serokatîya perlemana Îraqê parêzbendîli ser 8 perlemantaran  helgirt.

Li gor belgenameyeke fermîya serokatîya Perlemana Îraqê, Mehemed Helbûsî, serokê Civata Nwênerên Îraqê parêzbendê li ser heşt endam perlemanan helgirtîye û daxwaz ji Civata Bilinda Dadwerîyê kirîye, rêkarên yasayî li beranber evan perlemantaran wergire.

Ew perlemantarên parêzbendî li ser wan hatîye helgirtin evin:  Telal Zewbeî, Ehmed Cibûrî, Leyal Beyatî û Nehle Rawî.

Biryare jî di werza sêyema yasadananê de, parêzbendî li ser 21 perlemantaran bihêt helgirtin ku bi gendelîyê û encamdana tawanan tuhmetbarin.