Pênc xwendekarên Kolêja Leşkerî ya Zaxoyê di rûdaneka trafîkê de birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ragihand ku pênc xwendekarên Kolêja Leşkerî ya Zaxoyê di dema vegerîna wan bo malên wan de di rûdaneka trafîkê de birîndar bûn û bi merema wergirtina çareseriya pizîşkî yekser bo nexweşxaneyê hatin şandin.

Wezareta Pêşmerge îro Pêncşem, 08ê Cotmeha 2026ê, daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: “Ji ber rûdaneka nexwestî ya trafîkê li ser rêya serekî ya Zaxo - Dihokê, pênc xwendekarên Kolêja Leşkerî ya Zaxoyê di dema vegerîna wan bo malên wan de birîndar bûn.”

Li gorî wê daxuyaniyê, ew xwendekarên birîndar bi merema wergirtina çareseriya pizîşkî yekser ji bo Nexweşxaneya Azadiyê li Parêzgeha Dihokê hatin şandin.

Di derheqa rewşa tenduristî ya xwendekaran de jî, wezaretê amaje bi wê yekê kir ku hemî rêkarên pizîşkî yên pêdivî bo wan hatine kirin û niha rewşa wan a tenduristiyê cîgir e.