Wezîra Bergirî ya Almanya gihişt Hewlêrê
Wezîra bergirî ya Almanyayê Ingrid Kramp Karinpawer gihişte Hewlêrê û ji aliyê Sefîn Dizeyî berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya Herêma Kurdistanê hate pêşwazîkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîra bergirî ya Almanyayê gihişte Hewlêrê û biryara ligel berpirsên bilindên Herêma Kurdistanê bicive.
Wezîra bergirî ya Almanyayê Ingrid Kramp Karinpawer gihişte Hewlêrê û ji aliyê Sefîn Dizeyî berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya Herêma Kurdistanê hate pêşwazîkirin, û biryar e ligel berpirsên Herêma Kurdistanê bicive û çend pirsên girêdayî mijara ewlekariyê gotûbêj bike.
Berî vê serdana wezîra bergiriya Almaniyayê li Bexdayê ligel Serokêwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî civiyabû, û di kongreyek rojnamevanî de ragihandibû, ku DAIŞ li Iraqê bidawî nehatiye û liser piştevanîkirina hêzên Iraqê, dê berdewam bin.
C.B