Wezîra Bergirî ya Almanya gihişt Hewlêrê

Wezîra bergirî ya Almanyayê Ingrid Kramp Karinpawer gihişte Hewlêrê û ji aliyê Sefîn Dizeyî berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya Herêma Kurdistanê hate pêşwazîkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîra bergirî ya Almanyayê gihişte Hewlêrê û biryara ligel  berpirsên bilindên Herêma Kurdistanê bicive.

 Wezîra bergirî ya Almanyayê  Ingrid Kramp Karinpawer  gihişte Hewlêrê û ji aliyê Sefîn Dizeyî berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya Herêma Kurdistanê hate pêşwazîkirin, û biryar e ligel berpirsên Herêma Kurdistanê bicive û çend pirsên girêdayî mijara ewlekariyê gotûbêj bike.

Berî vê serdana wezîra bergiriya Almaniyayê li Bexdayê ligel Serokêwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî civiyabû, û di kongreyek rojnamevanî de ragihandibû, ku DAIŞ li Iraqê bidawî nehatiye û liser piştevanîkirina hêzên Iraqê, dê berdewam bin.

 

 

 

C.B