Parlemanterên HDPê dest bi çalakiyê rûniştinê kir

Xwenîşandanên li dijî destdanîna ser şaredariyan berdewam in û parlementerên HDPê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwenîşandanên li dijî destdanîna ser şaredariyan berdewam in û parlementerên HDPê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Ev du roj in li Diyarbekirê alozî di navbera hêzên ewlekariyê û HDPê de berdewam e û endam û rêveberên HDPê li dijî destdanîna ser şaredariyan xwenîşandan dikin.

Îro jî hejmareke parlementer û endam û rêveberên HDPê li Diyarbekirê kom bûn û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Hêzên ewlekariyê jî bergiriyên tund werdigre û rê nade parlementerên HDPê kombûneke rojnamevanî bikin û xelkê kombûyî belav dikin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, ji duhî 18 kes li Diyarbekirê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Herwiha rojnamevanek li Diyarbekirê û 5 rojnamevan li Mêrdînê hatin binçavkirin.

 

 

S. B