Sibe şandek ENKS ligel Wezareta derve ya Amerîkayê dicive
Ligor zanyariyên Kurdistan24 , sibe şandek ENKS, ku ji Kamîran Haco - Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve û endamê wê Komîteyê Ibrahîm Biro pêk tê, ligel Wezareta Derve ya Amerîkayê li Waşington dicivin. Pirsên girêdayî rojhilatê Firatê, Destûra Suriyê, û awayê çareseriya siyasî bo wî welatî, gotûbêj dikin.
K24- Hewlêr

Herweha piştî wê seredanê jî, şandek ENKS seredana Almanya û Swisrayê dike û çendîn civînan encam didin.
Berî niha jî, şandek ENKS digel Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov li Moskow civiyabû, û liser çend pirsan gotûbêj kiribûn.