Hewil didin biryara vekişana supayê Îraqê parêzgeha Kerkûkê jî vegire
Wezîrê berevanîya Îraqê ragehandaîye, ku di van nêzîkan de tevaya hêzên xwe ji nav bajarên Îraqê dê vekişîn in û dosê ya ewlehîyê dê radestê wezareta hindûrî bikin, belê hêj xuya nîye ka ev biryar Kerkûkê jî dê vegire yan na.
K24- Hewlêr

Lis ser evê mijarê Merîwan Nadir, perlemantarê Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê di perlemana Îraqê de dibîje: Me fişarên xwe çirr kirîye daku di evê biryarê de taybetmendî nedin Kerkûkê û wekû tevaya bajarên din yên Îraqê hêz serbazî ji nav bajarî derkevin û polîsên xwecihî rola paraztina ewlehîya bajarî hebe.
Di demekê de ku deverên başûra Kerkûkê tim lgefên çekdarên Diaşê li ser, xelkê deverê jî daxwaz dikin ku jûreke hevpişik bihêt pêkanîn di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de bo paraztina ewlehîya sinûran.
Dosê ya ewlehîya Kerkûkê ji alîyê hêzên Îraqî birêve diçe, piştî 16yê Oktoberê tim kurdan daxwaz kirîne ewlehîya bajarî bi hevahengî birêve biçe, lê heya niha hikumeta Îraqê nehatîye jêr barê evê daxwazîyê û berdewame jî ji zêdekirina hejmara hêzên xwe li wî bajarî.