Li Diyarbekir, Wan û Mêrdînê çalakiyên protestokirina qeyûman didomin

Li bajarên bakurê Kurdistanê çalakiyên nerazîbûna li hemberî ji kardûrxistina Hevserokên Şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wan'ê didomin. Di çalakiyan de di navbera polîs ûHDP'yiyan de alozî rû didin. Li bajarên bakur, hejmara kesên ku hatine girtin ji 500an derbas bû. Parlementera HDP'ê Leyla Guven'ê li hemberî danîna qeyûman banga yekitiya neteweyî kir.

K24- Amed

Li bajarên bakurê Kurdistanê çalakiyên nerazîbûna li hemberî ji kardûrxistina Hevserokên Şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wan'ê didomin. Di çalakiyan de di navbera polîs ûHDP'yiyan de alozî rû didin. Li bajarên bakur, hejmara kesên ku hatine girtin ji 500an derbas bû. Parlementera HDP'ê Leyla Guven'ê li hemberî danîna qeyûman banga yekitiya neteweyî kir.

Li Diyarbekir, Mêrdîn û Wan'ê çalakiyên protestokirina ji kardûrxistina Hevserokên Şaredariyan didome. Parlementerên HDP, rayedar û endamên DBP, KCD,KKP û Platforma Demokratên Kurd û hin sazî û rêxistinên sivîl xwestin ku ji kûçeya Lîseyê derbasî ber avahiya şaredariyê bibin. Polîsan rê neda çalakîgeran. Çalakîgeran saetê çalakiya rûniştinê encam dan. Ji ber ku alozî dernekevin parlementerên HDP'ê û amirên asayişe guftûgo kirin.  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven'ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got; pêwîstî bi yekitî û tifaqa Kurdan heye.

Leyla Guven - hevseroka KCD'ê û parlementera HDP'ê, got:"Gel çû ser sindoqan û dengên xwe dan û vîna xwe nîşan dan. Lê belê niha îradeya gel hatiye desteserkirin. Em çi bikin qad ji bo me meşrû ne, helal in. Em ê di çarçoveyeke demokratîk de li ber xwe bidin. Çi ji destê me were em ê bikin. Lê em nabêjin vaye qayum hatiye bila bimîne; namîne, divê ew qeyûm biçin."

Avahiyên şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê bi berbendên ewlekariyê hatine dorpêçkirin. Ji bilî xebatkarên şaredariyê rêyê tu kesê nayê dayîn ku derbasî şaredariyan bibin. 32 xebatkarên şaredariya Wanê û 39 xebatkarên şaredariya Diyarbekirê ji kar hatin dûrxistin. Li Diyarbekirê piştî çalakiya rûniştinê herî kêm 20 kes hatin binçvkirin. Li kûçe û kolanên bajêr car caran di navbera çalakîger û polîsan de alozî rû didin. Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Nûsredîn Maçîn jî got; vîna gel bi awayeke derhiqûqî û deryasayî hatiye binpêkirin.

Nûsredîn Maçîn - parlementerê HDP'ê yê Rihayê, dibêje:"Tayînkirina qeyûman derbeyeke siyasî ye. Daxuyanî, meş, di demokrasiyê de mafê her kesî ye, lê li Tirkiyeyê tu demokrasî nema ye."

Qeyûmê şaredariya Wanê ragihand ku, meclisa şaredariyê hilweşandiye.  Ji hêla din ve parêzgeriya Batmanê, ji hinceta ku pitgirî dane rêxsitina neyasayî 3 keya ji peywîr dûr xist. Rêveberên HDP'ê banga derketina kûçe û kolanan dikin û radigihînin ku dê çalakiyên protestoyê bidomin. Li beramberî vê yekê parêzgeriyên her sê bajaran jî radigihînin ku hemû cûra çalakiyên li kuçe û kolanan qedexe kirine.