Baregeha Barzanî serexweşîyê li malbata meqambêj Mîqdad Mehemed Ûmer dike
Bi boneya koça dawîya Mamosta Mîqdad Mehemed Ûmer, hunermendê millî yê Kurd yê bajarê Kerkûkê , baregeha serok Mesûd Barzanî peyemeke serxweşîyê arasteya kesûkar û tevaya hunermendên bajarê Kerkûkê kir.
K24- Hewlêr

Deqa peyama serexweşîyê ji baregeha Barzaznî bo malbata Mamosta Mîqdad Mehemed Ûmer:
Bi navê Xwedayê bexşinde û mîhreban
Bi daxweke mezin ve me nûçeya koça dawîya hunermendê meqambêjê dîyar ê Kurdistanê Miqdad Mehemed Ûmer bi me re gehişt.
Bi evê boneya xemgîn serxweşîyê li malbat û kesûkar hunermendên Kurdistanê dikîn nemaze jî, hunermendên bajarê Kerkûkê dikîn û xwe bi hevpişkên xemên we dizanîn.
Ji Xwedayê mezin dixwazîn wî bi beheşta berfireh şad bike û sebir û aramîyê bibexşe hemû alîyekê.
انالله و انا الیە راجعون (Îna Lîllah we Îna Îleyhî racîûn)
Baregeha Barzanî