Hikumeta Herêma Kurdistanê hebûna serbazgeheke Îsrayîlî li Hewlêrê red dike
Hikumeta Herêma Kurdistanê, zelalkirinek belvkir li ser gotgotkên hinek kenalên mêdyayên Îraqê ku gotibûn, serbazgeheke Îsrayîlî li Hewlêrê Heye û rêveberê wê serbazgehê cenerleke jine.
K24- Hewlêr
Hikumeta Herêma Kurdistanê, zelalkirinek belvkir li ser gotgotkên hinek kenalên mêdyayên Îraqê ku gotibûn, serbazgeheke Îsrayîlî li Hewlêrê Heye û rêveberê wê serbazgehê cenerleke jine.
Ev a xwarê jî deqa wê zelalkirnêye:
Zelakirinek ji hikumeta Herêma Kurdistanê
Hinek kenalên mêdyayên Îraqê, bangeşeya hebûna serbazgeheke Îsrayîlî li Hewlêrê kirine û li gor axivtinên wan ceneraleke jin wê serbazgehê birêve dibe.
Hikumeta Herêma Kurdistanê tevaya evê nûçe ya bê bineme red dike û bi nerîna wê ev tenê piropagindeyeke sîyasî ya bê behaye û aramanc jê, larêkirina rastîyane bo qazanc û destekevtên kesî.