PKK'ê vekişîna hemû hêzên xwe ji navxwe û sînorên Tirkiyeyê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Tevgerê têkildarî duyemîn salvegera «Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk» daxuyaniyeke berfireh da raya giştî. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, hemû hêzên çekdar ji nava sînorên Tirkiyeyê hatine vekişandin û PKK hatiye hilweşandin; lewma ti hincet li pêşiya çareseriya siyasî û azadiya Abdullah Ocalan nemaye.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê hat kirin, pêvajo beriya du salan, di 23yê Cotmeha 2024an de bi bersiva Abdullah Ocalan a ji bo Devlet Bahçelî dest pê kir ku gotibû: “Hêza min heye ku şer bikişînim ser zemîna hiqûqî û siyasî.» Tevgerê da zanîn, bi banga Ocalan a di 27ê Sibata 2025an de wan rawestandina şer ragihand û piştre bi lidarxistina Kongreya 12emîn di navbera 5-7ê Gulana 2025an de, PKK bi awayekî fermî hatiye hilweşandin û dawî li têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê hatiye anîn.

Her wiha hat destnîşankirin, Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di 11ê Tîrmeha 2025an de ligel 30 hevalên xwe çek şewitandine û di 26ê Cotmeha 2025an de jî bi pêşengiya endamê Konseya Rêveber Sabrî Ok vekişîna gerîlayan ji nava sînorên Tirkiyeyê ji raya giştî re hatiye eşkerekirin.

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser encamên erênî yên pêvajoyê û hat gotin: “Li Tirkiyeyê ev du sal in qet şer naqewime û ciwanekî bi tenê yê kurd û tirk jiyana xwe ji dest nade. Ev rewş qedir û qîmeta pêvajoyê radixe pêş çavan.» Hat destnîşankirin jî, çaresernebûna vê pirsgirêkê di dîrokê de bûye sedema canjidestdana bi dehhezaran mirovan û xerckirina trîlyonan dolaran, lê bi vê pêvajoyê re zemîna aştiyê hatiye avakirin.

Li ser rewşa leşkerî ya dawî jî Tevgerê aşkere kir, ji bo desthilatdariya AKP'ê ti hincetan nebîne, wan hemû hêzên xwe yên mane ji Tirkiyeyê vekişandine û beriya çend rojan jî 4 tunelên şer ên li herêma Metînayê vala kirine. Herwiha hot: “Me hemû hêzên xwe yên çekdar ên li nava sînorên Tirkiyeyê û li deverên ku nêzî sînorê Tirkiyeyê vekişandiye.” Bi vî rengî tekez hat kirin ku êdî ti gefeke çekdarî li ser Tirkiyeyê nemaye.

Tevgerê rexne li desthilatdariyê girt ku heta niha gavên pêwîst ên qanûnî û demokratîk neavêtine û destnîşan kir ku qanûna çarçoveyê ya li meclîsê hatî amadekirin, kêm maye. Herwiha hat gotin ku sozên ji bo hevdîtina Ocalan a ligel rojnamevan û aliyên civakî nehatine bicihanîn û ji bilî heyeta DEM Partiyê, tecrîda giran a li ser Îmraliyê berdewam dike.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hişyariyeke tund hat dayîn û hat diyarkirin ku nabe ev pirsgirêka sed salî bibe qurbana berjewendiyên hilbijartinê û polîtîkayên rojane. Hat gotin: “Eger desthilatdariya AKP'ê bifikire ku vê pêvajoyê li demê belav bike û Tevgera Azadiyê lawaz bixe, ev ê bibe şaşitiya herî mezin a dîroka Tirkiyeyê û ziyaneke mezin bide hemû gelan.»

Rêveberiya Tevgerê bang li desthilatdariyê kir ku dest ji nêzîkatiyên taktîkî berde û demildest gavên qanûnî bavêje. Herwiha bang li hemû gelên Tirkiyeyê, hêzên ked û demokrasiyê û welatparêzan kir ku xwedî li vê derfeta dîrokî derkevin û ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê bi erka xwe rabin.