Şêxan devereke pir şûnwar û cihê geştûguzarîyê ye; lê..
Bi gotina şûnwarnas û şarezayên geşt û guzarîyê, li qezaya Şêxan bi dehan cihên geştyarî û şûnwarî hene lê heya niha mifa ji ewan cihan nehatîye wergirtin; lew wlatî û şareza û geştyar dixwazin hikumet zêdetir giringyê bi wan cihan bide.
K24- Hewlêr

Qezaya Şêxan hatîye nasîn bi Kurdistana biçûk jiber wê pêkvejîyana bi sedan salan ya hemû ol û neteweyan. Herweha Şêxan pire ji cihên şûnwarî û geşt û guzarî; lê bi gotina geştyar û xwedîyên cihên geştyarî, heya niha hikumeta Kurdistanê neşyaye bi duristî vejandinê di evê kertê da bike bi awayekeê ku bibe yek ji jêderên abûrî bo Herêma Kurdistanê .
Şûnwarnas û şarezayekê geştyarî jî, amaje bi wê çendê kir ku mxabine hikumeta Kudristanê li asta pêdivî, giringî bi cihên ewê deverê nedaye. Lew dixwazîn ku zêdertir giringîyê bide evan cihan dakû bibine dergehek bû rakêşana geştyarên cîhanî.
Li qezaya şêxanê bi dehan cihên geştyarî yên dîrokî, olî û şûnwarî lîَhene, lê bi gotina xelkê û şarezayan, hikumeta Kurdistanê neşyaye bi duristî serederyê li gel bike. Nimûneyên ewan cihan jî wekû: Cerwana û Bêdol û Xenis û Etrûş û Gelîyê Qesrokê û Nehdar û Kuxyê û Şêxadî û Gelîyê Qîyametê û çendîn cihên din .