Erdogan: Tenê dema 2 heya 3 heftîyan didîn Emerîkayê

Receb Teyîb Erdogan, serok komarê Tirkiyê derbarê duristkirina devera aram li Suriyê dem 2 heya 3 heftîyan dide Emerîkayê û radigehîne, Eger Emerîka pilana Tirkiyê li devra aram cîbicî neke, ew dê pilana xwe ya serbazî cîbicî bikin.

K24- Hewlêr

Erdogan tekez kir, Em li gel Emerîkayê gotûbêjan dikîn, Em rê nadîn devera aram li jêr kontirola me nebe.

Serok komarê Tirkiyê got jî: Pêwîste devera aram bikeve jêr kontirola hêzên artêşa Tirkyê. Bo evê yekê jî em dema 2 heya 3 heftîyan didîn Emerîkayê. Eger ti pêngavek di vî warî de nahavêje, wê demê em em bi xwe pilana ragehandina devera aram li bakûra Suriyê dê darêjîn, çunku wek wî amaje kir (bo ragehandina devera aram êdî nekarîn xwe ragirîn.