Kandemîr: Hikûmeta Tirkiyê dijatiya Kurdan dike

Hevserokê DBP ê Diyarbekrê Garip Kandemîr di çarçova beşdariya di bernama “Rojev” a K24ê de li ser dûrxistina şaredarên bajarên mezin ên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê ragihand, berî 3 salan îrada gel hate desteserkirin, 19ê Tîrmehê jî ew kar dubare kirin û armanc jê şikandina vîna gelê Kurd e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê DBP ê Diyarbekrê Garip Kandemîr di çarçova beşdariya di bernama “Rojev” a K24ê de li ser dûrxistina şaredarên bajarên mezin ên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê ragihand, berî 3 salan îrada gel hate desteserkirin, 19ê Tîrmehê jî ew kar dubare kirin û armanc jê şikandina vîna gelê Kurd e.

Hevserokê DBP ê Diyarbekrê Garip Kandemir ragihand, gelê Kurd li herêmê li ser navê Kurdewar, vîna azad, demokrasî û xwebirêvebirinê gelek pêşketin diyar kir, lê rastî nerazîbûna rêveberiya navendî hat. Hikûmeta AK Partiyê li ser navê Kurdewariyê ti gavên erênî  napejirîne. Anku dijayetî û neyartiya Kurdan tê kirin. Îro li Tirkiyê êrîş li dijî demokrasî, aştî û hemwelatîbûnê heye.

Kandemîr got jî: AK Partiya bi riya hilbijartin û sindoqan hat ser desthilatdariyê, lê niha sindoq, demokrasî û pergala cumhuriyetê înkar dike. Ev yek jî Tirkiyê ber bi têkçûyîneke mezin ve dibe. Serokomar ne li gor yasayê tev digere, lê li gor dilê xwe tev digere. Bi vî awayî biryara dûrxistina şaredaran dê ne di berjewendiya AK Partiyê de be jî, ji ber ku ew vîna dengderên jî xwe înkar dike, ji ber ku Serokomar dibêje: “Dadgeh nîn in, ez biryarê didim.”

Da zanîn jî, desteserkirina şaredariyan û danîna qeyûman rast nerazîbûnên mezin hatiye. Heta kesên dengên xwe nedane HDPê jî vî karî napejirîne. Rêxistina Kurdî û Kurdistanî, sazî û dezgehên sivîl û ji her cureyên civakê nerazîbûn nîşan dane.

Li ser serdana Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bo Diyarbekirê û hevdîtina wî ligel şaredarên dûrxistî, Hevserokê DBP ê Diyarbekrê got: Îmamoglu wek şaredarekî nerazîbûna xwe nîşan da û hat Diyarbekirê piştevanî da şaredaran û diyar kir ku vîna 16 milyon dengderên Stenbolê jî li dijî biryara danîna qeyûman e. Ev gav jî bi erênî tê naskirin, lê ji CHPê tê xwastin nerazîbûnek ji vê xurtir nîşan bide.

 

 

S. B